General Mazlûm: Amerika û Rûsya, divê rêgirtinê li guherîna demografiyê bikin

Fermandarê Giştî yê HSDê radighîne, Amerîka û Rûsya berpirsiyariya rêgirtin li guhertina demografiyê li navçeyên dagîrkirî hildigrin, tişt a ku Serokomarê Tirkiyê dibêje, gelek metirsîdar e
11.12.2019, Çar - 10:39
General Mazlûm: Amerika û Rûsya, divê rêgirtinê li guherîna demografiyê bikin
Nuçe Belav bike

Mazlûm Ebdî, Fermandarê giştî yê HSDê liser hesabê xwe yê Twîterê nivîsandiyê , tişta ku Serokomarê Tirkiyê gotiye, bi destpêkirina bicîhkirina milyonek kes li bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê pirsek e gelekî  metirsîdar e û armanc jê, bicîhkirina kesên biyanî li van bajaran e.

Ebdî got jî, Amerîka û Rûsya berpirsiyariya rêgirtin li guhertina demografiya navçeyên dagîrkirî heldigrin û daxwaz ji wan dike, ku pabendiyên xwe bicî bîn in û mîkanîzmekê bo vegera xelkên resen deynin.

 

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 156 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:26:38