Grûpên çekdar hewl didin ciwanên Efrînê bibin şerê Lîbyayê

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku grûpa Emşat, roja 6ê tîrmehê, gundiyên Şiyê li ser rêya Sereke ku jê re rêya Hemamê tê gotin kom kirine.
08.07.2020, Çar - 10:29
Grûpên çekdar hewl didin ciwanên Efrînê bibin şerê Lîbyayê
Nuçe Belav bike

Grûpa Siltan Murad ku bi navê Emşat tê naskirin daxwazê li xelkê Efrînê dike ku biçin li Lîbyayê şer bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand ku grûpa Emşat, roja 6ê tîrmehê, gundiyên Şiyê li ser rêya Sereke ku jê re rêya Hemamê tê gotin kom kirine.

Seyfedîn el-Casim, birayê Ebû Emşe fermandarê grûpa Siltan Silêman Şah daxwaz li gundiyan kiriye ku zarokên xwe bişînin Lîbyayê da ku li wir şer bikin.

Seyfedîn el-Casim gotiye gundiyan bila zarokên we biçin Lîbyayê şer bikin û mehane 2 hezar dolar werbigirin li şûna ku hûn li benda werza zeytûnan bin.

Li gor raportên ku şandina çekdaran ji aliyê Tirkiyê bo Lîbyayê dişopînin, hejmara çekdarên Sûrî li Lîbyayê ji 15 hezar çekdar zêdetir bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 135 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:47:22