Hêzên Amerîkî soz dan xelkê Rojava

Ev demeke fermandarên Amerîkî serdana Til Temirê dikin, diçin bazarê û bi xelkê re diaxivin.
03.01.2020, Cum - 17:07
Hêzên Amerîkî soz dan xelkê Rojava
Nuçe Belav bike

Welatiyekî Til Temirê ji generalê amerîkî re dibêje, Kurdan 12 hezar şehîd dan di şerê li dijî DAIŞê de, lê Amerîka pişta xwe da Kurdan.

Siyaset jî mîna bazarê lê hatiye, bûye kirîn û firotin. Di hefteyekê de du caran hêzeke Amerîkî serdana bazara Til Temirê kir û danûstandin li gel xelkê kirin û pirsa Rûsan jî ji wan kirin.

Hemwelatiyê bi navê Ebdullah Beravî yê 34 salî, wî û generalê Amerîkî baş bi hev re ketibûn civatê.

Ebdullah Beravî dibêje, “Ev demek hêzeke Amerîkî serdana Til Temir dike û tiştan didin zarokan û ligel xelkê danûstandin dikin pirsan ji me dikin, ka Rûsya aciziyan ji me re çê dikin, rejîm aciziyan çê dike? Ji me re gotin em sozê didin we ku em ê vegerin.”

Xelkên Til Temirê yên ku bi hêza Amerîkî re danûstandin kiribûn û bersiva pirsê wan jî dabûn, gilî û gazincên xwe jî veneşartibûn.

Hemwelatiyê bi navê Idrîs Nemo dibêje, “Min ji wan re got wisa hesane em rûpelek nû vekin me 12 hezar şehîd dan û Trump xayîntî li me kir.”

Li şûna dewriya Amerîkî, me ji xelkê pirsî ka ew dixwazin Amerîka vegere yan na.

Hemîd Elî dibêje, “Kî ji me re baş be bila bê, eger Amerîkî weke cardin bikin bila venegerin.”

Ziyad Elî jî diyar dike, “Çavên li deriya xolî li seriya eger Kurd yek bin û bihêz bibin, wê  demê ewê li ber me bigerin.”

Ew devera ku kontrolkirina wê ji Rûsyayê re mîna xewnekê dixuya, bê teqandina guleyekê kontrol kir. Ev yek jî piştî vekişîna hêzên amerîkî û êrîşa Tirkiyê û çekdarên alîgirên wê li ser Rojavayê Kurdistanê pêk hat.

Eger Rûsya di navbênkariya xwe de micid ba û Kurd jî weke pêwîst hevgirtî û bi hêz bana, wê demê karîbûn ji Amerîkayê re bêjin tiştê tê firotin bi hêsanî nayê vegerandin,lê heta niha helwesta Rûsyayê ne zelal e û Kurd jî belawela û ji hevketî ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1941 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:02:55