Hêzên Amerîkî û Rûsî li Rojava gerên serbazî encam didin

Li Rojavayê Kurdistanê, hêzên Amerîkî û Rûsî gerên serbazî encam didin. Hêzên Amerîkî zêdetir li wan navçeya ne ku petrol lê heye, ev jî li nêzîk sînorê Başurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ne ku dikeve navçeya Rimêlan, Qamişlo û bajarên din ên Kurdî.
25.01.2020, Cts - 12:11
Hêzên Amerîkî û Rûsî li Rojava gerên serbazî encam didin
Nuçe Belav bike

Gelek caran rû dide, polîsê serbazî yê Rûsî hewl didin nêzikî wan navçeyan bibin, lêbelê ji aliyê hêzên Amerîkî ve rê li ber wan tê girtin û Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê dibêje, me hemahengiya serbazî li gel Rûsyayê heye bo ku rê li ber lihemberhatina wan hêzan bigirin.

James Jeffrey, Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê dibêje, “Em li Wezareta Derve bi rêya kenalên serbazî kar dikin. Li ser asta siyasî yan jî li ser asta Wezareta Derve guftugoyeke gelek kêm ya me heye. Dema em behs li ser her tiştekê dikin, li gel Rûsan em guftugo dikin, an jî hinek car li Encûmena Asayişê, lêbelê em li rewlê dinêrin û dibêjin baş e, hewldanên me bo berhevketinê derbewam in, ew ên girîng, em herdu alî dizanin ku ew girîng in.”

Piştî êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rêkevtinek li gel Moskow û Şamê encam bo hêzên xwe li çend navçeyan di bin kontrola şervanên HSDê de belav bikin taybetî jî li wan navçeyên Amerîkayê hêzên xwe jê vekişandibûn ku Reqqa jî yek ji wan cihan e.

Amerîka dibêje, çalakiyên Rûsyayê niha li wan navçeyan zêdetir bûne ku li jêr kontrola HSDê de ne, ev jî pêwîst dike ku hurgûliyên me yên zêdetir hebin û agahdarî pêngavên hev bin û xetên hev derbas nekin, daku rê nedin ew a ku 14 meh pêş niha li Munbicê rû da, dûbare bibe ku wê demê hêzên Amerîkayê rêgirî li artêşa Sûriyê kir ku biçine nav Minbicê.

James Jeffrey li ser vê mijarê jî dibêje, “Derbarê rewşa karwanên li navçeyê, tê dîtin ku hêzên Rûsyayê zêdetir li bakur rojhilatê Sûriyê ne weke beşek ji rêkevtina li gel Hêzên Sûriya Demokrat. Piştî hatina Tirkiyê, hêzên Rûsya û hikûmeta Sûriyê roleke çalaktir heye, bi taybetî jî li navçeya operasyona ‘Kaniya Aştiyê’. Ev jî pêwîst dike ku wirdekariyên zêdetir hebin derbarê yasayên li berhevneketinê. Çend hêlêk ku xelk bêyî hebûna moletê derbas neke, hinek hêl ku xelk bikarin biçin û zanyarî hebe ku kengî rê vekirîne û kengî û girtîne.”Li bakur rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, jibilî hêzên HSDê, hevdem hêzên Amerîkayêî polîsê serbazî yê Rûsyayê, artêşa hikûmeta Sûriyê, hêzên Tirkiyê û hejmareke grûpên çekdar ên oposizyona Sûriyê û nêzîk li Tirkiyê hene û gerên serbazî li van navçeyan encam didin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 370 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:02:57