Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li Tirkîyê kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe li hember biryara vekişîna hêzên Amerîka ji Rojavayê Kurdistanê û raportên behsa egera êrîşa tekalî ya Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê derbirî.
08.10.2019, Sal - 21:22
Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li Tirkîyê kir
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Herêma Kuridstanê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Tirkiyê Tirkiyê de wek endameke Hevpeymaniya Navdewletî di şerê li dijî terorê de, ti gavekê neavêje, ku bandorên li ser pêşketina şerê li dijî DAIŞê bike û metirsiyê li ser kontrola derketina çekdarên terorist yên destserkirî bike.

Di daxuyaniyê de hat, “Encamên her alozî û pêşhateke leşkerî dê bandora wê bo derveyî sînorê Sûriyê jî hebe û dibe rewşekê dirust bike, bibe sedema vegera DAIŞê û koçberbûna hejmareke mezin ji xelkê, ji ber wê gelekî pêwîst e hemû aliyên pirsgirêkê û bi hêzên Kurdî ve jî bi riya guftûgo û diyalogê rewşê aram bikin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike, pêwîst e çareseriyeke siyasî ya giştgîr ku mafê hemû welatiyên Sûriyê û Kurd jî di nav de parastî bin bê dîtin.

Amaje bi wê jî da, “Herêma Kurdistanê di şerê li dijî teroristên DAIŞê qurbaniyên giran danîn û niha jî mêvandariya milyonek û sed hezar penaber dike, ku piraniya wan ji dest wê qeyranê ve berê xwe dan Herêma Kurdistanê, erkê civaka navdewletî ye jî rê li ber pêleke din a koçberiyê bigire.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir jî, ew di demekê de bi berdewam û ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dike, di riya çendîn kenal ve jî kar li ser wê pirsê dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 181 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:04:54