HSDê derbarê rewşa Kobanî de hişyarî da

Berpirsê Ofîsa Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mistefa Balî derbarê Kobanî de hişyariyê dide.
19.11.2019, Sal - 19:57
HSDê derbarê rewşa Kobanî de hişyarî da
Nuçe Belav bike

Mistefa Balî derbarê rewşa Kobaniyê de hişyariyê dide û ‎dibêje, ji dema hêzên Amerîkayê ji wan navçeyan vekişiyane, metirsiyeke mezin li ser bajêr ‎çêbûye.‎

Balî diyar kir, ku Serokomarê Tirkiyê herdem li pey ketina Kobaniyê bû û bibîr xist, ku ‎di dema êrîşa DAIŞê de Erdogan li Dîlokê gotarek pêşkêş kir û got, Kobanî li ser ketinê ye û dikeve.

Berpirsê Ofîsa Ragihandina HSDê dibêje, rewşa Kobanî gelek metirsîdar e û rojane Tirkiye gefê dixwe ku dê êrîşî bajêr bike. Li ser rewşa Kobaniyê, Mistefa Balî got: "Rewşa Konamiyê bi giştî pirs metirsîdar e û ji xwe Kobanî wek bajarekî sembolîk ki şerê li dijî DAIŞê li wir dest pê kir û serkevtina bi ser DAIŞê de li wir dest pê kir, Tirkiye dixwaza wê sembolîkbûnê bişkîne û binpê bike."

Mistefa Balî da zanîn, Amerîkayê bo Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê jî ‎peymana parastinê dabû hêzên Kurdî, lê belê peymanên xwe nebirin ser.‎

Di berdewamiya axavtinên xwe de, Balî got, Hêzên Sûriyeya Demokratîk beşeke fermî ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ne û tekez kir, hêza yekemîn ku li ser erdê bi rastî şerê DAIŞê kir HSD ye û pêwendiyên navbera HSDê û Hevpeymanniya Navdewletî dê berdewam bin.

Mistefa Balî got: "Berî ku HSDê dest bi wî şerî bike, ti hêze tinebûn ku şerê DAIŞê bike, ne li Sûriyê û ne jî li Iraqê. Hêzên rejîma Sûriyê li ber êrîşa DAIŞê şikestin, hêzên rejîma Iraqê li ber êrîşan şikestin, hêzên opozisyona Sûriyê şer nekirin, wê demê YPG û YPJ û paşê jî bû Hêêzên Demokratîk, li ser erdê û di pratîkê de me şer kir û heta niha jî berdewam e."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 151 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:52:25