Mezlûm Ebdî û General McKenzie bicihkirina aramiyê û şerê DAIŞê guftûgo dikin

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî pirsên şerê DAIŞê, gefên terorê û bicihkirina aramiyê li navçeyê bi Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê General Kenneth McKenzie guftûgo dike.
10.07.2020, Cum - 22:59
Mezlûm Ebdî û General McKenzie bicihkirina aramiyê û şerê DAIŞê guftûgo dikin
Nuçe Belav bike

Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê General Kenneth McKenzie îro serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî civiya.

Di derbarê wê serdanê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî li hejmara xwe tora civakî “Twitter” belav kir, wan bi General Kenneth McKenzie re hejmarek ji dosyeyên hevbeş di serî de şerê DAIŞê, gefên terorê û bicihkirina aramiyê li navçeyê guftûgo kirin.

Fermandarê HSDê nivîsî: Piştevaniya Amerîka a berdewam di derbarê bicihkirina aramiyê li navçeyê û şerê li dijî terorê de, cihê pêzanînê ye.

Ev serdana Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê di demekê de ye, Peyvdarê Fermî yê HSDê Kîno Gabriyêl ji K24ê re ragihandibû, artêşa Tirkiyê hêzeke mezin li navçeyên Rojavayê Kurdistanê yên dagîr kirine kom dike û hewla êrîşeke din dike.

Peyvdarê HSDê diyar kiribû, ew bi Amerîka û Rûsyayê re di pêwendiyê de ne, ji bo Tirkiyê pabendî rêkekeftinên agirbestê yên bi awayekî cuda bi Amerîka û Rûsyayê re îmeze kirine bibe.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 194 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:22:40