MSD daxwaz ji Emerîkayê dike, firînê li ser asmanê Sûriyayê qedexe bike

Hevseroka desteya cêbicêkar ya Civata Sûriya Demokrat (MSD) daxwaz ji Emerîkayê dike, fiokeyên bê bêfirokevanên Tirkiya bo ser asmanê Sûriyê qedexe bike.
01.11.2019, Cum - 15:21
MSD daxwaz ji Emerîkayê dike, firînê li ser asmanê Sûriyayê qedexe bike
Nuçe Belav bike

Îlham Ehmed di konfiranseke rojnamevanî de li Waşintunê, daxwaz ji berpirsên Koçka Sipî kir, êdî rê bi Tirkiyayê nede bi rêya firokeyên bê firokevan navçeyên bakûra Sûriyayê burdûman bike, ku mezintirîn ziyan bi xelkê sivîlên wan navçeyan gehandîye.

Gut jî: Heke Pêntagon wê biryarê nede, Emerîka dê berpirsiyar be ji kuştina sivîlan li bakûra Sûriyayê.

Aşkera jî kir, ku Enqere bi rêya wan firokeyan şervanan û xelkê sivîl dike armanc.

Herweha Îlham Ehmed got jî:  Ji destpêka êrşên Tirkiya bo ser rojavaya Kurdistanê, 509 sivîl şehîd bûne û 412 şervan jî canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 704 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:22:32