NATO bi rojeva Rojavayê Kurdistanê dicive

Wezîrên berevaniyê yên welatên endamên NATOyê îro bi gotûbêjkirina mijara Rojavayê Kurdistanê, Sûriye, Rûsya û Efxanistanê li paytexta Beclçîkayê bajarê Brûkselê dicive.
24.10.2019, Per - 11:49
NATO bi rojeva Rojavayê Kurdistanê dicive
Nuçe Belav bike

Biryar e 29 wezîrên berevaniyê yên welatên endamên NATOyê îro 24ê Cotmehê li Brûkselê bicivin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihand ku yek ji rojevên civînê pêşhateyên li Rojavayê Kurdistanê ye û got ku Sûriye ji bo wan mijareke girîng e.

Jens Stoltenberg da zanîn ku di heman demê de wezîrên berevaniya 29 welatan dê mijara têkoşîna li dijî DAIŞê gotûbêj bikin û got: “Girîng e destkevtiyên me yên li dijî DAIŞê were parastin.”

Stoltenberg destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞê de NATOyê roleke girîng heye û di vê çarçoveyê de daxwaza hevkariyeke zêdetir ji heypeyman kir.

Sekreterê Giştî yê NATOyê herwiha destnîşan kir ku wezîrên berevaniyê dê mijara Rêkevtina Hêzên Menzîla Navendî ya Etomî binerxînin.

 Herwiha biryar e pêşniyara Wezîra Berevaniya Almanyayê nnegret Kramp-Karrenbauer ya “navçeyeke aram bi çavdêriya civaka nêvdewletî li bakurê Suriyê bê dirustkirin” bê gotûbêjkirin.

Pêştir Annegret Kramp-Karrenbauer ragihandibû ku divê navçeyeke aram li sînorê Tirkiyê û Suriyê bê dirustkirin ku hêzeke nêvdewletî çavdêriya wê bike.

Karrenbauer  dabû zanîn ku Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel razîbûye li ser vê pêşinyarê û  ew daye hevpeyamnên xwe yên Rojava.

Civîna NATOyê sibe jî berdewam dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 239 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:24:23