Serê Kaniyê teqîn çe bû

Li gor ajansa IHA ya Tirkiyê, teqîn şeva bihorî derdora demjimêr 22:00 çê bûye
07.08.2020, Cum - 10:43
Serê Kaniyê teqîn çe bû
Nuçe Belav bike

Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji Cotmeha 2019 ve di kontrola hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de ye, teqînek mezin çê bû û di encamê de 20 kes birîndar bûne.

Hatiye ragihandiye, ku bombeyeke destî (narincok) li cadeyekê di nava hejmarek kesan de diteqe ku mijûlî dawetê ne.

Li ser twitterê dîmenên vîdyoyî yên teqînekê hatine belavkirin ku hatiye ragihandin, dema teqîna duh şev a li Serê Kaniyê bûye.

Di wan dîmenan de xuya dibe, ku hejmarek kesên mijûlî dawetê ne, çek di destê wan de hene û teqeyên hewayê dikin û ji nişkê ve teqînek li kêleka wan çê dibe.

Di encama teqînê de bi kêmanî 20 kes birîndar bûne û birîndar bo Nexweşxaneya Serê Kaniyê ya aliyê Bakurê Kurdistanê hatine veguhastin.

Hêj nayê zanîn, ku ew teqîn êrîş bûye yan yan na û ti aliyekî berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 160 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:21:24