Helwesta fermî ya HSDê li ser “agirbestê”

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi fermî helwesta xwe li ser agirbesta ku bi navbeynkariya Amerîka di navbera wan û Tirkiyê de hatiye ragihandin, eşkere kir.
18.10.2019, Cum - 10:23
Helwesta fermî ya HSDê li ser “agirbestê”
Nuçe Belav bike

Duhî piştî civîna şanda Amerîkî bi serokatiya cîgirê serokê Amerîka Mike Pence û serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Enqerê, Pence da zanîn ku Tirkiye razî bûye êrişên li ser Rojava bide sekinandin lê bi şertê ku YPG di nav 5 rojan de ji “herêma aram” vekişe.

Fermandehiya HSDê jî bi nivîskî helwesta xwe li ser wê rêkeftinê eşkere kir. Daxuyaniya HSDê wiha ye:

“Li ser daxwaz û erêkirina Hêzên Sûriya Demokratîk a bi navbeynkariya Amerîkayê û bi nûnertiya cîgirê serok birêz Mike Penece, îro lihevkirina agirbestê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Dewleta Tirk de hat ragihandin. Ev lihevkirin ji bo qada eniyên şer ji aliyê rojhilat bajarê Serêkaniyê yê heta rojava û her wiha heta bajarê Girê Spî ye. Lihevkirina agirbestê dê ji saet 22:00 bikeve meriyetê.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk teqez dike ku ewê li gorî lihevkirina agirbestê tev bigerin û bang li dewleta Tirk dikin ku ew jî li gorî lihevkirinê, tev bigerin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 218 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:46:26