PAKê li Amedê Şêx Seîd û hevalên wî bibîranî

Bi minasebete bibîranîna Şêx Saîd û 47 hevalên wî li navenda rêxistina PAKê ya Amedê bernameya bibîranînê hate li dar xistin.
29.06.2019, Cts - 20:37
PAKê li Amedê Şêx Seîd û hevalên wî bibîranî
Nuçe Belav bike

Bi minasebete bibîranîna Şêx Saîd û  47 hevalên wî li  navenda rêxistina PAKê ya Amedê bernameya bibîranînê  hate li dar xistin.

Bername bi beşdarîya  Nûnerên PSK û Hereketa Azadiyê û gelek rewşenbîr, sîyasetmedaran  û herweha  bi beşdarîya  rêvebir, endam, dost û alîgirên PAKê bi rê  ve çû.

Televîzyonên wekî  K24, War TV, Kurdistan TV, Spêde TV jî bername şopandin.

Di bernameya bibîranînê de dîroknas, lêkolîner  Kerem Serhatli wek axêver, di derbarê dîroka darvekirina Şêx Saîd û 47 hevalên wî de agahiyên berfireh da.
Li ser navê PAKê Hanîfî Turan jî daxuyanîya PAKê ya di derbarê darve kirina Şêx Seîd û hevalên wî da xwend.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:07:14