Nêçîrvan Barzanî: PDKê hêza yekem e li Kurdistanê

Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragehand ku, daxwaza PDKê ew bû ku, hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî biryarê li ser beşdarîkirin ya nekirina hilbijartinan bidin, lê ew yekrêzî çêne bû.
30.04.2018, Pts - 08:29
Nêçîrvan Barzanî: PDKê hêza yekem e li Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Îro, li bajarê Hewlêrê PDKê di çarçoveya bangeşeya helbijartinên Iraqê civîneke cemawerî li darxist, tê de Cîgirê Serokê Partiyê Nêçîrvan Barzanî û hejmarek mezin ji berpirs, kadîr û aliyîgirên PDKê amade bûn.

Di çarçoveya civîneke cemawerî de Nêçîrvan Barzanî ragehand ku, hemû kes dizane ku PDKê dixwest hemû hêzên siyasî yên Kurdistanî biryarê bidin ka dê beşdarî hilbijartinan bibin an nebin, lê ev yekrêzî çênebû.

 Nêçîrvan Barzanî ji dengderên partiya xwe re got ku, divê roja dengdanê biselmînin, PDKê weke her dem hêza yekeme li Kurdistanê.

Tekez kir ku, hinek alî û nehezên PDKê  dixwestin vê hilbijartinê ji bo lawazkirina PDKê bikar bînin, ji ber vê yekê divê em bi hêz û germî beşdarî hilbijartinan bibin û ji nehezan re biselmînin, ku PDK pêşeng e û weke hertim li Kurdistanê hêza yekemîn e, hêza parastina mafan û destkeftên gelê Kurdistanê ye.

 

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 535 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:05:20