Dr. Halil Savucu: 25 Salvegera Komelayetî li Emmerich

Divê kurtenivîsa xwe de gotarnivîs wê hewl bide rewşa mal û komel û civaka êzdiyên Almanya bi gelemperî û ya Emmerich jî bi taybetî şanî me bide. Herwiha behsa sedemên tekçuna wan, kêmasî û destkeftinên wan “bê alî” bike. Pêre hinek pêşbînên xwe di barê paşeroj (pêşeroja) wan de binivîs e.
30.07.2019, Sal - 14:02
Dr. Halil Savucu: 25 Salvegera Komelayetî li Emmerich
Nuçe Belav bike

Çalakî, rexneyên çêdarî, şîret û pêşbînî 

Di sala 1961 de di nava Komara Almanya Federal û Komara Tirkiyê de girêbesteke kar hate girêdan. 1964an de hinek êzdî ji bakûra Kurdistanê hatin vî welatî. Lê vêga ji bilî hinek kal û pîra û hinek jî ciwanan kêm êzdî li bakûr mane. Piraniya êzdiyên Alamanya ji mêj ve bûne hemwelatiyê alman. Hinek ji wan wek karsaz û hinek jî karmendin.

Komela êzdiyên Emmerich

Li Almanyayê hinek êzdî beşdarî xebatên rêxistinî bûn, dûetir dest bi damezrandina rêxistina (komela) kirin. Di 1993an de du komel hatin avakirin. Pişt re “serkomelek” bi navê Yektiya Êzdiyan di 1993 de hat damezrandin. Di 1994an de komelek bi navê Mala Êzdiyên Emmerich (M.Ê.E) hat vekirin. Vêga 350 endamên vê rêxistinê hene. Vê komelê têkilî bi hinek şaredar, rêxistin, mebûs, şexsiyet û olên cewaz re danî ye. Di destûra xwe de destnîşan dike ku ew hîç ne girêdayî tu aliyên siyasî ye û armancên wê yên sereke ev in:

“Rêxistina semîner û civînên li ser bawerî û çanda êzdiyatiyê; xebatên ҫareserkirina pîrs û pîrsgirêkan; ҫareserkirina pirs û pirsgirêkên ciwanan; parastin û pêşxistina mirat- û ҫanda zindî; pêşxistina hevkarî û tifaqê di nav civakê de; parastin û perwerdekirina êzdiya ya ol-, û ҫandî; xurtkirin û parastina mafê Jina Êzdî.“

Lê tê zanîn ku zarok û ciwanên Emmerich bi kurdî kêm dizanin. Ew bi hev re bi almanî diaxifin. Beşek ji wan ji çand, ol û baweriya xwe dûrketiye; kes û karên wan têkҫûne, bi sere xwe mane. Nexe ne ciyê baweriyê ye ku komelek bi sere xwe dikaribe van armancên jor teva pêkbîne. Lê dive bê gotin ku rêxistina Emmerich di van salên dawî de ji bo penaber û koçberên Şengalê xebateke pir serincrakêş û hêja meşand. Lê wê endametiya xwe ji ber sedemên cewaz di nava serkomela Federasyona Komelên Êzdiya (FKÊ) de rawestand. Ji sala 2016an ve ew bûye endamê Navenda Şêwirmendiya Êzdiya li Almanya (ZED). Vêga civaka êzdî û M.Ê.E li vê heremê bi gelek pirsgrêkên neҫareserkirî re rûbirû mane.

Kurtenêrinek li ser êzdiyatî û dîrokê

Kurd wek netew xwedî bawerî û dîrokeke kevn e (kone ye). Mejû û dîroka wî ta vêga bi nivîskî ne hatiye tomarkirin. Êzdiyatî oleke kevnar e. Bingeha netewa kurd e. Felsefa aştîxwazî û kurdperwerî ye. “Mîrata çanda Mesopotamyayê” ye. Benda parastina ҫand, dîrok (mejû) û zimanê kurdî ye. Şênwarê êzdiyatiyê “xaka Kurdistan ya pîroz e”. Şênewarnas êzdiyatiyê bi nirx nîşan didin. Tê zanîn Roma Reş di serdemên desthilatdariya xwe de gelek zîyaret, perestgeh û cihên êzdiyatiyê rûxandin . Wan li şênwarên êzdatiyê goristan, medrese û mizgeftên xwe avakirin e.

Dagirker hem bi nijadperestî û hem bi rêya “îslama tundrew” hêrîşî civak, ҫand, dîrok û hemû baweriyên kurdisanî dike. Wî ji xwe re Kurdistan kiriye tîr û hedefên wêrankirinê. Arrmanc ji holê rakirina “nasnama êzdiya[1]” ye. Diyare, hêrîşên ku ta serdema me li ser kêmaniyên kurdistanî berdewamin pirsgirêk û sedemên “serekî” ne. Loma kurd li ser xaka xwe ji azadî, serxwebûn û dewletbûnê bê parin. Dr. Cemal Nebez, lêkolerê navbang, di barê pirsgrêka kurd de wiha dibêje: Ev bû 1400 sal ku kurd ji îslamê re xulamtiyê dike û ev bû 1400 sal jî îslam neyartiya kurd û Kurdistan dike[2]. Lê êzdiya “serên xwe dan, lê sirra xwe ne dan!” Bi deh hezran qurbanî dan, herwiha “72 ferman[3]“ derbaskirin (=teperrîn), lê hîç xulamtî, birakujî, xapandin, “tirk- û erebbûn” qebûl nekirin.

Van 1400 salên dawî nişanên nepakî (xayintî), mafî, siyaseta bişaftinê “şop û birînên kûr” di mejûyê êzdiyan de hiştine. Ew di rabirdû de tenê ji bo parastina jiyana xwe neçar mane ku xwe paşvebikşînin. Herwiha êzdiya ji metirsiya bişaftina xwe nedikaribûn zarokên xwe bişînin dibistanan. Loma jî di gundên bê kareba û dibistan de bê kes û veşartî man. Di dibistanan de zarok dihatin tewandin (bişaftin), axaftina bi kurdî li Tirkiyê qedexe bû, îdeolojiya (bîrdoziya) dewleta serdest û ya îslama tûndrew bingehên perwerdê bûn.

Bi taybetî van 1400 salên dawî siyaseta bişaftinê “şop û birînên kûr” di mejûyê êzdiyan de hiştine. Dikare bê gotin ku êzdî di navbera “ne xwendîn û metirsiyê de têkçûnê”. Ne yasa ya dewletê û ne ya îslamê rê dida ku xwe birêxistin bikin, dezgeha damezrînin. Li bakura welat mal, komel û dezgehên wan tine bûn. Di 1980î de dewletê bi rêkûpêkî kurd kirin hedefa herîşên siyasî. Ji êzdiyan jî xwest ku ew li diji PKKê beşdarî “cerdewananên xwefiroş” bibin. Di dawiyê (kotayiyê) de ew neçar man penaberiyê, wundakirina mal û kuştina xwe qebûl bikin. Lê wan wek hinek kurdên misilman nepakî nekir, çekên dijmin li dijî netewa xwe bikarneanîn. (Ev rastî bi serê xwe hêjayî gelek lêkolînên berfireh ye?) Loma wan milkê xwe spartin hinek nasên xwe, dev ji welatê bavûkalan berdan.

Piraniya êzdiya di welatê xwe de ji ezmûnên jiyana “bajarî” û “xebatên rêxistinî” bê parbûn. Êzdî ji nav civakek olperest hatin avrupa.

Ev bû 55 sal êzdî li Almanya dijîn û ev bû 25 sal xebata komelayetî di meşînin. Vêga li Almanya zêdeyî 50 rêxistinên êzdiyan hene, lê rewşa êzdiya ji 1990an ve metirsîdar e, ber bi tinebûne ve diçe. Çima?

Rewşa êzdiya li Almanya û hinek pirsên nivîskar

Tê zanîn ku komkujiya Şengalê (8/2014) hevkariyek xurt di nav êzdiya û rêxistinên wan de li Almanya peyda kir. Ew ji hemû rêxistinan re bû ezmûnek gewre, ta vêga bê mînak. Loma êzdiya li gelek cî û devera xwe birêxistinkirin. Lê ciyê daxê ye û sed car heyf ku siyaseta bişaftinê ya vî welatî di nava êzdiya de ji mêj ve bûye ciyê “alîgirtin” û dûbendiyê. Di nava wan de ji 1990î ve “dûbendiyeke malkambax” heye. Wekî bê şik zimanê kurdî bingeh, cewher û hemanekî êzdiyatiyê ye, nexe êzdî û êzdiyatî bê kurdî ne dikarin bên parastin û ne jî têgihiştin!

Li jor hate gotin ku siyaseta bişaftina Almanya “dûbendiyek mezin” xistiye nav civak û rêxistinên êzdiya. Berpirsên rêxistinên wan nema bi kurdî baş dizanin! Ta vêga ne zimanê kurdî û ne jî êzdiyatî bi fermî tên qebûl kirin. Di ser de jî beşekî êzdiya pesnê siyaseta entegrasyonê dike. Lê li vî welatî bi gelemperî armanca entegrasyonê bişaftin û têkçuna hemû kêmaniya û bi taybetî jî ya êzdiya ye.

Gotarnivîs dizane e, ku êzdî li Almanysa tên xapandin: Di nava wan de baweriya “hevkariya tevayî” û rasteqîn ne maye. Gelek berpirs ne bi rêyeke sûdmend û zelal tên helbijartin. Di barê komeleyatî de ne pispor in. Beşek ji wan zû û bê plan xwe bi rêxistin dik e. Zû têkdiçin. Berpirs nayên qontrol kirin. Şêx û pîr kêm êzdiyatiyê dinasin. Ew nikarin an nema dikarin êzdiyatiyê baş şirove bikin. Loma ne ciyê sersamiyê ye ku civak û rêxistinên êzdiya ji gelek mafan bê parin. Mînak, Almanya (2006) “DIK-Deutsche Islam Konfernez” damezrand û pê re tifaqa rêxistin û serkomelên îslamî afirand. Rêxistin yên misilmanên li Almanya wiha gelek maf û destkeftî destxistin. Lê ciyê daxê ye ku berpirsên êzdiya bi gelemperî berjewendî yên şexsî didin pêş, loma jî ew li vî welatî bi gelek pirsên bê wate tên mijulkirin:

  • Ma êzdî kurd in an na? Êzdî zerdeştî ne? Êzdî têkelî civaka alman bûne?
  • Êzdî ҫima nixtê (=qelen) distînin? Êzdî ҫima zarokên xwe bi zorê dizewicînin? Çima ew keçên xwe dikujin?
  • Ma êzdî, êzdiyatî û siyaset yek in?
  • Ma berpirsên rêxistinên êzdiya nikarin hinek semînerên perwerdekirina dûnavên xwe bikin xizmeta civakê? Gelo ew nikarin an naxwazin dezgehekî têolojiyê êzdatiyê bi zûtirîn kat vekin, herwiha dibistaneke bi almanî-kurdî û li gel vê yekê jî hinek hêlînên zaroka (kurdî/almanî) damezrînin? Ma ew nikarin hinek weqfên xwebexşiyê, rojname, kovar û  hinek malperên çê vekin an damezrînin?
  • Ma BÊ mafê wekheviyê rêxistin wê çewa dikaribin tevaya êzdiya bibarês in?
  • Almanya çima êzdiya û êzdatiyê nas nake?
  • Kêmasiyên rêxistinên êzdiya çi ne û çewa dikarin hevkarî û tifaqê têxin nava xwe?
  • Gelo mifta serkeftinê ne hevkarî û yekitî ye?

Hinek jêderxistin, dawî û pêşbînên gotarnivîs

Dr. jur. Celalettin Kartal, lêkolerê kêmaniya û pisporê qanuna navnetewî, li ser “ziman” wiha dinivîs e: ...ziman ne tenê alavekî ragihandinê ye. Ziman ne alavekî “bê alî” ye. Ziman parastin û hebûna nasmana netew û kêmaniya ye. Ziman desthilatdarî ye, ziman îdêolojî, hişmendî û ҫanda netewî ye. Ziman bandora dêbavên zarokan e. Ziman “ҫeka” girîngtirîn e û ya dawî ye. Ziman dîrok, ol û tijî gotinên pêşiyan e. Yê dev ji zimanê xwe berde, dev ji hebûna nasnama xwe jî berdide....

Hejmara êzdiyên Almanya nêzikî 200.000 ye! Tê zanîn mifta hevkarî û tifaqê di destên rêxistinên êzdiya de ye. Rêya hevkariyê ya pabendî û dilsoziyê ye. Rewşa piraniya rêxistinên êzdiya karesat e. Berovajî vê rastiyê piraniya berpirs û dûnavên êzdiyan di axaftinên xwe de behsa destkeftin û serkeftinan dikin. Gotin û kirinên şaş bêtifaqiyê diafrînin. Berpirs yên ne serkeftî êzdiya bi BÊ tifaqiyê tewanbar dikin. Wiha civak ne kare “rastiyê” bibîne û ne jî pêşiya “berpirsên xapînok” bigire. Bi ya min emê di demek nêz de gelek encamên “fermana sipî” (asimilasyonkirinê) bibînin. Heman tişt wê ziyanek gewre bide êzdiya. Ne dûrî aqile ku bi hezaran zarok, ciwan û malbat ji ol û netewa xwe dûrkevin. Nexe ji mêj ve wext hatiye ku hemû berpirs yên mal, rêxistin û serkomelên êzdiya “tifaqeke rasteqîn” girêdin!

“Ez çûm dîwana Xwedê, min tê de dît xweşî û şahî; serê hemû tiştî, TENÊ hevkarî û tevayî.” Rewşa êzdiya li Almanya bi gelempirî baş e û di heman demê de jî pir metirsîdar e. Hinek êzdî di barê aboriyê de pêşketin e (dewlemend bûne), lê êzdiyatî û civak bi rêya tinebûnê ve diçin. Bo êzdiya kirinên rast, çêdarî û sûdwergirtin ferzin. Di van 30 salên dawî de hinek êzdiya tozek (hinek) tişt kirin. Wan hinek mal û rêxistin avakirin. Lê li gor fersend û micalên ku li vî welatî hene, civaka êzdî pêşneket. Lêkolînen zanist ji aliyê êzdiyan ve kêm hatin weşandin. Lêkolînên hatine weşandin jî ne pir sûdmendin û tev bi almanî ne. Lêkolerê êzdî yên almanînivîs bi kurdî baş nizanin. Diyare Almanya ji êzdiyan re ji serkeftin û destkeftinan zêdetir bûye ciyê wundakirinê. Ev bû 30 sal, ku berpirs û rêxistinên êzdiya behsa girîngî û pêkanîna “tifaqê” dikin, lê hêj jî ew ji hevkariyeke rasteqîn re ne amde ne. Vêga gelek “serok, berpirs û akademîker” yên êzdî hene, lê ew weke “pezê bê şîvan” in. Carna berjewendiyên şexsî û carna yên civaka biyanî (xerîb) didin pêş. Ez hemû înkarkerê vê rastiye vedixwinim nîqaşên bi pîvan, zelal û pisopriyê!

Bi şik jiyana êzdiya li Almanya bi giştî serobîno bûye! Berpirs yên rêxistinên êzdiya zêdetir behsa çêkrina “nûjenkirina” (reformên) navxweyî dikin. Lê ya rast eve, ku ne yeknav û ne jî dûnav rêbaz û erkên xwe baş dinasin an pêktînin. Loma gelek tiştên ne girîng hatin kirin, lê ya ferztirîn zindîkrina jiyana êzdiyatiyê ye! Piraniya rêxistinên heyî ne xwediyê pêzanin û ne jî xwe perwerde dikin. Loma berjewendî yên êzdiyan bi tevayî û êzdiyatî jidil (ciddî) nayê parastin.

Ji bilî çend rêxistinên pêzanin (profesyonel) rewşa hemû rêxistinên êzdiyan “kêm/zêde” aloz û xeternak e. Vêga ne berpirs, ne komele û ne jî serkomel amadene bi rêkûpêkî êzdiyatiyê birêvebibin an pirsgirêkên gewre ҫareser bikin. Loma divê hemû endam, civak û bi taybetî ciwanên êzdî li berpirsyariya xwe bi zûtirin kat xwedî derên. Divê berpirs, rêxistin, rêvebir, akademîker û hemû dûnav karên xwe bi plan û li gor “xeteke sor” û jidil bişopînin, qontrol bikin û hevkar bin bi hev re. Mafên xwe bi parêz in; dengên xwe bidin berjewendperestên êzdî û êzdînas. Divê neyên jibîrkirin ku “Êzdiyên Sêwî” di welatê xwe de bi “fermana reş” û li Alamanya jî bi “fermana spî” re rû-bi-rû man e! Ji bo vê rewşê ne tenê siyaseta bişaftinê û dijmin yên netewa me berpirsyar in. Wekî ku rewş û baredoxa êzdiyên Almanya wiha ye, em nikarin behsa serkeftinên komelên êzdiya bikin an?  

Dr. Halil Savucu kî ye?

Li Kurdistana bakur ji dayik bûye,

doktorê felsefê ye.

pisporê êzdînas e,

lektorê zimanê kurdî ye,

yek ji damezrînerê serkomela şêwirmendên êzdiyên Almanya ye.

Bi almanî, îngilizî, tirkî û kurdî dizan e. Berhemên wî bi

almanî jî hatine weşandin.

 

[1] Hinek partiyên kurd dibêjin; „Êzdî kurdên resen in“, lê hêj jî ew ne xwediyê projeyeke pabend in ji bo dikaribin   „kurdên resen”, bapîrên xwe, ji komkujî û tinebûnê biparêzin.

[2] Bi ya min divê kurd bi şwêyekî wêrekî li ser têkiliyên xwe yên bi îslamê re bifikrin, herwiha dest bi lêkolînên zanist li ser pirs û pirsgirên heyî bikin.

[3] Mîtolojî/têolojiya êzdiyatiyê bi „wate“ behsa „72 fermanan“ dike. Îro hinek êzdî di mijara dîrokê û komkujiya  Şengalê de behsa „73“ an jî „74“ fermanan dikin. Ev yek ne naskirina dîrok û têolojiya êzdiyatiyê dupat dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 179 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:25:44