İbrahim Kureken: Sosyolojiya Kurdan û Mamoste Beşîkcî

Rast e, piştî ku elektrîk û televizyon ketin jiyana Kurdan, zarokên gundî hîn zêde fêrî zimanê tirkî bûn. Lê rastîyek jî ew e ku bajarên kurdistanê jî li ser Kurdistanê tên hesibandin.
05.03.2019, Sal - 21:13
İbrahim Kureken: Sosyolojiya Kurdan û Mamoste Beşîkcî
Nuçe Belav bike

Birêz Yusuf Zîya Döger di 23yê Sibatê de, di der heqê gotina Mamoste Beşîkçî ya li ser zimanê kurdî û bişaftina Kurdan de nivîseke rexneyî nivisand û di malpera Nerinaazad de da weşandin. (https://www.nerinaazad.org/tr/columnists/yusuf-ziya-doger/ismail-besikcinin-sosyolojik-yanilgisi).  Birêz Döger di vê nivîsê de dibêje Mamoste Beşîkçî sosyolojîya Kurdan nizane. Ji bo ku Mamoste dibêje li ser bişaftina kurdan devleta Tirk pir bi plan, zanîn û biryar e. Lê mixabin Kurd li xwe ne haydar in, hay ji xwe nînin. Kurda li hember bişaftina Tirkan xwe ne parastine, an jî kêm parastine. Îro li kolan û malên Kurdan di dewsa zimanê kurdî de bi tirkî dipeyivin. Zimanê kurdî di xetereke pir mezinde ye.

Birêz Döger van gotinan şîrove dike û dibêje haya Beşîkçî ji sosyolojiya Kurdan tuneye. Lê, dibêje gotina Mamoste piştî  dema 1980yî  rast e û berî 1980yî ne rast e. Devlet berî salên 1980yî li gunda neketiye nav jiyana Kurdan a rojane. Gundiyan dûrî devletê jîyana xwe meşandine. Piştî 1980yî elektrîk hate gundan û paşê jî televizyonê li ser Kurdan tesîreke mezin kir û Kurdên li gunda fêrî zimanê tirkî  bûn. Lê berî 1980yî devleta Tirk bi ser neket. Ji bo ku têkilî bi gunda re kêm bû.

Rast e, piştî ku elektrîk û televizyon ketin jiyana Kurdan, zarokên gundî hîn zêde fêrî zimanê tirkî bûn. Lê rastîyek jî ew e ku bajarên kurdistanê jî li ser Kurdistanê tên hesibandin. Di van bajaran de gelek Kurd dijîn. Li gelek bajarên Kurdistanê bişaftin di salên 1930yan de bi zext û zorê pêk hatiye. Sirgûna Kurdan û qedexekirina zimanê kurdî, dibistan, eskerî û hwd. Di salên 1930yan de bişaftina Kurdan hate projekirin û roj bi roj zêde bû. Peyivîna bi zimanê kurdî  qedexe kirin. Zarokên Kurda xeynî çend bajaran li gelek bajarên Kurdistanê bi tirki dipeyivîn. Ne tenê zarok, li van bajaran ( Amed, Ruha, Wan, Bedlîs, Semsûr, Elezîz, Meletî, Dêrsim, Qers)  ticaret, jiyana rojane bi tirkî dom dikir. Li gelek bajarên Kurdistanê, bajariyan bi çavê kêmî li Kurdan û li zimanê kurdî dinêrtin. Bajariyan xwe wekî Tirk dihesibandin û gundî Kurd didîtin, qerfê xwe bi wan dikirin.

Eger dagirker û gel rastî hev nehatine û gel di jiyana xwe ya nawxwe de jiyaye û zimanê xwe, çanda xwe wenda nekirye ew nayê wê wateyê ku Kurda li hember dagirkeran bi zanetî xwe parastine. Dema gel rastî siyasetake êrişkerî hat û xwe parast ew parastineke bi zanetîye. Na, eger têkilî bi tu derê re nebûye, gel wek xwe maye ev tiştekî dine. Beşîkçî qala parastina bi zanetî dike.

Birêz Döger dibêje, salên 1970yî xortên Kurdan bi zimanê tirkî siyaset domandin. Rast e, nivîsên wan, belavokên wan bi tirkî bûn. Ev yek ji bo Kurdan kêmasîyeke gelek mezin bû. Dikaribûn bi kurdî binivîsandına û zimanê kurdî pêş de bibirana. Mixabin ew nebû. Her rêxistin li ser doza Kurd û Kurdistanê avabû be jî  bi îdeolojiya sosyalizmê û bi îdeolojiya îslametiyê pêş xwe nerîn. Netewetî wekî tiştekî şermî dahate qebûl kirin. Kiymeta zimanê kurdî nehate fêm kirin. Mixabin sîyaseta wan rojan ne li ser rastiyên Kurd û Kurdistanê bûn. Ew çewtiya wê demê îro jî tengasiyeke mezin xistiye nav doza Kurd û Kurdistanê.  Lê gotina “siyastên Kurdan zimanê tirkî li Kurdistanê bilind kirin” neheqiyeke mezin e. Meriv dikare bibêje siyastên 1970yan bajariyên ku bi çavekî kêmasî li gundiyan dinihêrtin û xwe wekî Tirk qebûl dikirin guhertin, li Kurdîtiya xwe vegerandin. Bajariyan êdî nedikarî li gundiyan zulm û heqeratê bikin. Ev jî rastîyek e û nayê gotin. Ev mijar di pirtûka min a ku di weşanxana İletişim ê de bi navê “Parçası, Tanığı, Mahkumu, Sürgünü Oldum” hate çapkirin de kûr û fire hatiye şîrovekirin.

Birêz Döger dibêje “heta deh saliya xwe û di sala 1976a de ez çûm dibistana herêmî ya bi razanî min yek herfek bi tirkî nezanîbû”. Bê guman ew dibistana herêmî ya bi razanî ya ku birêz Döger qal dike mekanîzmeke devletê ya li Kurdistanê ji bo zarokên Kurda ji koka wan biqetînin e. Û ew proje ne wê rojê, ji gelek berî de di 1962yan de amade kiribûn. Ew mekanizma berî destpêkirina dibistana Birêz Döger dixebitî. Gelek zarokên Kurda bi nezanî û belkî ji bê îmkanî çûn wan dibistanan.

Birêz Döger dibêje, “ Mamoste Beşîkçî ji bo ku ne herêmî ye (ne Kurd e) van rastiyana nabîne.” Ka kî dikare nîşanî me bide ku kesên herêmî ji Beşîkçî zêdetir van rastiyan dîtine û Kurdan bi rêxistinî li hemberî siyaseta bişaftina devletê berxwedaneke cidî dane? Mînak; me bi zanetî zarokên xwe şandin dibistanên tirkî. Zarokên me bi salan sonda Tirkbûnê xwendin. Çend hezar Kurd li hemberî sîyaseta devletê derketin? Çend Kurdan li malê zarokên xwe fêrî nivîsandin û xwendina kurdî kirin? Belkî çend kes. Lê bi milyonan Kurd bêdeng man û vê mijarê ji xwe re nekirin kul û derd.

Birêz Döger di nivîsa xwe de bi vê gotina xwe neheqiyeke mezin li Mamoste Beşîkçî dike ku birastî gelek Kurd pê diêşin. Dibêje “gerek bête diyarkirin ku çavên ji derve yên li ser Kurda xebatê dikin astengan dixin ber me, ji bo ku em nikaribin bi rastî tahlîla xwe bikin.” Ev gotin tê wê wateyê ku wek bi biyaniyan em tên xapandin. Ev gotin ji bo Mamoste ne di cî de ye û li Beşîkçî neheqiyeke mezin e. Bi hezaran xwendevanên Kurd bi nivîsên Mamoste xwe naskirine. Kurdên ne xwende bin jî di bin tesîra şewqa ji fikrên Beşîkçî tên weşandin de kurdîtiya xwe nasîn. Beşîkçî ne dûr û derveyî Kurda ye, ew, ji bo ên ku Mamoste dinasin, di navenda mêjiyê kurdayetiyê de ye.

Îro bi dehan, bi sedan ronakbîrên Kurd li welat, li derveyî welat li ser zimanê Kurdî dixebitin. Ev xebateke gelek pîroz e. Xwendevan kêm bin jî gelek nivîskarên Kurdan çîrok, roman û helbestan bi kurdî dinivîsînin. Lê belê axaftina zimanê tirkî li bajaran û li gundan di dinav gelê Kurd de gelek zêde bûye. Îro êdî ne muhîm e bê ev kêmasî di kîjan salê de destpêkiriye. Bi milyonan Kurd li metropolan dijîn. Çend deh salên pêş me zarokên wan wê nebêjin em Kurdin. Li Kurdistanê kurdî axaftin roj bi roj kêm dibe.  Mamoste Beşîkçî bi ser me de diqîre ku em bi xwe ve werin û hay ji xwe hebin. Birêz Döger di nivîsa xwe de,di gelek ciyan de maf daye mamoste û rûmeta wî bilind kiriye, lê cardin jî ev gotinên Mamoste ji xwe re kiriye derd. Bo çi ?

Bimînin di xweşiyê de. 05.03.2019

İbrahim Kureken

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 669 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:25:42