2 hezar leşkerên Amerîkayî gihîştin Iraqê

Berpirsekî leşkerên Iraqê diyar kir ku 2 hezar leşkerên Amerîkayê gihîştine baregeha leşkerên Amerîka ya li bajarê Enbarê.
13.03.2017, Pts - 12:06
2 hezar leşkerên Amerîkayî gihîştin Iraqê
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên Ajansa Anadoluyê berpirsekî leşkerên Iraqê yê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ji bo di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya hêzên Iraqê bikin, 2 hezar leşkerên Amerîkayî gihîştine baregeha leşkeran a li Eyn Esed a li bajarê Enbarê.

Her wiha wî berpirsê diyar kir ku ew leşker wê ji bo kontrolkirina devera baregeha leşkerî ya li Eyn Esedê û navçeya Qaîm û li rojavayê parêzgeha Enbarê piştgiriyê bidin hêzên Iraqî.

Tê gotin ku li Iraqê niha nêzîkî 4 hezar leşkerên Amerîkayî hene, ku li çend baregehên leşkerî hatine bicihkirin û di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya hêzên Iraqê û Kurdistanê dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 859 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:23:26