Amerîka: Êriş bersiveke zelal bû bo Îranê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, êrişên li ser binkeyên Heşda Şeibî li Iraq û Sûriyê weke, “Bersiveke zelal bo Îranê” bi nav kir. Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê jî got, “Operasyon serkevtî bûn. Bijardeyên din jî li ber destê me hene.”
30.12.2019, Pts - 12:53
Amerîka: Êriş bersiveke zelal bû bo Îranê
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo, derbarê operasyonên asmanî yên li dijî binkeyên Heşda Şeibî, li Floridayê li gel serokê wî welatî Donald Trump civiya û piştî wê kombûnê li gel Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, Mark Esper, Sererkanê Artêşa Amerîkayê Mark Milley, konferanseke rojnamevaniyê saz kir.

Mike Pompeo got ku ew êrîşên asmnaî yên şeva derbasbûyî, piştî wê êrîşa ser hêzên Amerîkî hatiye û got, “Ev çend hefteyeke ew êrîş berdewam in, ew rêze êrîş ne yekem car e ku bo ser wê rêxistinê tên kirin bi taybetî û grûpên din ku metirsiyê li ser Amerîkiyan çêdikin, îro tişta me kir bersiveke yekalîker bû.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê got, “Peyam ew e ku em li hember Komara Îslamî ya Îranê  bêdeng nabin di her kiryarekê de ku jin û mêrên Amerîkî bixe metirsiyê, em berdewam rêz li wan pêbendbûnên xwe digrin daku kiryarên me yên yekalîker hebin dema ew êrîş hebin.”

Pompeo di dawiya gotinên xwe de got, “Em li ser wê daxwazê jî berdewam in daku Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî tevbigere weke di Gulana 2018an de min amaje pê da, pêşbînî dikin Îran bi wî awayî tevbigere, daku bikaribe vegere rêza civaka navdewletî.”

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê, Mark Esper jî got ku wan berevanî li karmend û berjewendiyên Amerîkayê kiriye li Iraqê û got, "Ew jî bi bombebarankirina 5 pêgehên ser bi Ketaîbî Hizbullah bi rêya firokeyên F-15, ew grûpa Ketaîbî Hizbulla grûpeke Şîe ya ser bi Îranê ye, armanc bi wî awayî bûn, sê li rojavayê Iraqê, duyên din jî li rojhilatê Sûriyê, ew pêgeh an baregahên fermandarî yan depoyên çekên Ketaîbî Hizbullah bûn.”

Mark Esper got ku bombebaran bi serkeftî gihiştin armanca xwe, firokevan û firoke jî bi silametî gehiştin binkeyê esmanî û ragihand, “Di gotûbêja me ya ligel serok de, me behsa bijardeyên din ên li ber destê xwe kir di vê derbarê de, dixwazim amaje bi wê yekê jî bidim pêngavên din jî diavêjin li gor pêwîst bo piştrastbûna ji berevaniya li xwe û bersivdana kirdarên xirab ên wê grûpa çekdar a ser bi Îranê.”

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) di daxuyaniyekê de aşkere kiribû, ku artêşa wî welatî li Iraq û Sûriyê li dijî 5 binkeyên Ketayibên Hizbullahê êrîşên asmanî pêk aniye.

Li gor daxuyaniya Pentagonê, 3 ji wan binkeyan li Iraqê û 2 binke jî li nav axa Sûriyê ne.

Li gor medya Iraqê Heşda Şeibî ragihandiye ku di wan êrişan de 25 çekdarên wê rêxistinê hatine kuştin û 50 çekdar jî birîndar bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 156 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:26:41