Li Sûriyê, qasî 2 hezar leşkerên Amerîkî hene

Li gor nûçeya televîzyona CNNê ku spartiye burokratên Amerîkayî tê ragihandin ku hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê gihaye du hezaran û gelekên van leşkeran ji hêzên taybet in.
25.11.2017, Cts - 10:12
Li Sûriyê, qasî 2 hezar leşkerên Amerîkî hene
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya televîzyona CNNê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) dê d demek nêzdê derbarê hejmara leşkerên xwe yên li Sûriyê de daxuayniyekê bide. Berî niha Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê James Mattis destnîşan kiribû ku ji bo bi awayekî fermî hejmara leşkerên Amerîkayê yên li Sûriyê aşkere bike dixebite, lê belê di vê mijarê de ez ê nikarim "hejmareke teqez a neheq" bidim.

Berî niha di daxuyaniya Pentagonê de hatibû diyar kirin ku li Sûriyê çend sed leşkerên Amerîkayê hene ku ew jî nakevin şer lê perwerdehiyê didin hêzên xwecihî yên ku Amerîka piştgiriya wan dike.

 

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 655 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:43:36