Pentagon: Tirkiye bê hevrêzî operasyonê bike, dê ziyanê bigihîne berjewendiyên hevbeş

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) radigihîne, çi operasyoneke Tirkiyê li bakurê Sûriyê bê hevrêziya ligel Amerîka bike, dê ziyanê bigihîne berjewendiyên wan yên hevbeş.
06.10.2019, Paz - 10:17
Pentagon: Tirkiye bê hevrêzî operasyonê bike, dê ziyanê bigihîne berjewendiyên hevbeş
Nuçe Belav bike

Peyvdarê Pentagonê Sean Robertson ragihand, Amerîka hewl dide mîkanîzma ewlehiyê li bakurê Sûriyê bi ser bixîne û ew baştirîn rê ji hemûyan re ye.

Robertson got, Tirkiyê heger operasyonekê li bakurê Sûriyê bê hevrêziya ligel Amerîka bike, dê ziyanê bigihîne berjewendiyên wan yên hevbeş û têkbirina DAIŞê.

Robertson got jî, ew bi hevpeymanên xwe yên NATOyê re li Tirkiyê kar dikin, ji bo plana mîkanîzma ewlehiyê bilez û di dema xwe de bê bicihkirin. Tekez kir jî, ewê wê plane qonnax bi qonax û hevbeşî û hevrêzî berdewam bikin.

Peyvdarê Pentagonê aşkere kir, heta piştî têkbirina DAIŞê li navçeyê, lê hîna DAIŞ li Sûriyê gefek e.

Ev daxuyaniya Peyvdarê Pentagonê piştî wê yekê tê, duhî Serokomarê Tirkiyê ragihand ku biryar hatiye dayîn ku operasyonekê li rojhilatê Firatê bê kirin û dema encamdana wê jî ne dûr e û hemû amadekarî hatine kirin.

Herwiha Artêşa Tirkiyê gelek hêz û alavên leşkerî şandin ser sînor û li hemberî Girê Spî kom kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 196 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:46:54