Almanya: Em leşkeran naşînin Sûriyê

Îro roja duşemê 08-07-291an Berdevkê Hikûmeta Almanya Steffen Seibert di dayunaiyekê de ragihand ku li gor daxwaza Amerîkayê, dê Almanya hêzên zêde neşîne Sûriyê bo şerê li dij DAIŞê.
08.07.2019, Pts - 17:13
Almanya: Em leşkeran naşînin Sûriyê
Nuçe Belav bike

Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê Donald Trunp bo Sûriyê James Jeffrey doh yekşemê gotibû mediya Almanî di nav de rojnama Die Welt, Washington ji hikûmeta Berlin dixwaze leşkeran bişîne Bakurê Sûriyê.

Jefferey ku ji bo axiftina li ser Sûriyê serdana Almanya kir bû li bendê bû encamekê di vê mehê de bistîne.

Beşdariya Almanya di şerê li dij DAIŞê de li Sûriyê dê heta 31ê Cotmeha 2019an bi dawî bibe, dema ku bixwaze wê demê dirêj bike pêwîstî bi razîbûna parlamentoya Almanyayê heye.

Herwiha Steffen Seibert got ev 4 salin Almanya bi beşdariyek berfireh ya hevpeymaniya navneteweyî şerê DAIŞê dike û niha Berlin derbarê beşdariyê li gel Amerîka di danûstendinan de ye ka divê hevkariyeke çewan bihê pêşxistin ji bo beşdarîkirinê.

Herwiha Şêwirmenda Almanya Angela Merkel û partiya hevpara hikûmetê SPD, Partiya Die Grune Partiya Keskan, Partiya FDP Demokratên Lîberal û partiya Çep daxwaza Amerîka ya hinartina leşkeran bo bakurê Sûriyê red dikin.

 

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:32:03