Fransa: Operasyona Tirkîyê wê zararê bide têkoşîna dijî DAIŞ'ê

Fransa, Tirkîye ser operasyona dijî rojhilata bakurê Sûrîyê hişyar kir.
08.10.2019, Sal - 12:10
Fransa: Operasyona Tirkîyê wê zararê bide têkoşîna dijî DAIŞ'ê
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Fransa bi daxuyanîyekê dîyar kir ku divê Tirkîye ji helwestên dûrî berjewendîyên Koalîsyona Navneteweyî ya Dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) dûr bisekine.

Wezaretê da zanîn ku hewildanên yekalî dê ji alîyê însanî ve encamên giran çêke û bal kişand ku ewê penaber wisa nikaribin bi awayekî bawerkirî vegerin axa xwe.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku gefên DAIŞ’ê didomin û operasyona Tirkîyê ya dijî bakurê Sûrîyê dê zararê bide têkoşîna dijî wê rêxistinê.

Şiroveyên di medya Fransa de radigihînin ku Amerîka bi vekişîna ji bakurê Sûrîyê dê ‘’Kurdan dijî operasyona Tirkîyê bi tenê bihêle’’

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku Tirkîye dê dijî bakurê Sûrîyê dest bi operasyonê bike û gotibû ku ewê piştgirîyê nedin wê operasyonê.

Trump piştre dabû zanîn ku ger Tirkîye de dijî bakurê Sûrîyê ''sînoran derbaz bike'' ewê aborîya wî welatî hilweşîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 69 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:45:43