Fransayê êrişa Tirkiyê ya li Sîdekanê şermezar kir

Hikûmeta Fransayê êrişa Tirkiyê ya li Sîdekanê şermezar kir û daxwaza zelalkirina bûyerê kir.
13.08.2020, Per - 21:51
Fransayê êrişa Tirkiyê ya li Sîdekanê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian derbarê êrişa Tirkiyê ya li Sîdekana Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Jean-Yves Le Drian di wê daxuyaniya xwe de êrişa Tirkiyê şermezar kir û amaje bi wê kir ku ew li bendê “rêz li serweriya Iraqê bê girtin.”

Her di wê daxuyaniya xwe de Wezîrê Derve yê Fransayê daxwaza zelalkirina bûyerê kir.

Roja Sêşemê 11ê Tebaxê, di demekê de ku hêzên Zêrevanên Sînor ên Iraqê serdana sînorê navbera Iraq û Tirkiyê li devera Sîdekanê kiribûn, daku valahiya emnî ya li navçeyê nehêlin, balafireke bê firokevan a Tirkiyê otomobîleke wan bombebaran kiribû û di encamê de du fermandeyên wê hêza Iraqî jiyana xwe ji dest dabûn û fermandeyek û du serbaz û karmendekî istixbarata Iraqê jî birîndar bûbûn.

Hêzên Parastina Gel (HPG), baskê çekdarî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nasnameya fermandarê xwe yê ku di êrîşa 11ê Tebaxê de li Sîdekanê jiyana xwe ji dest da aşkere kir û ragihand, di wê êrîşê de fermandarê wan ê eyaleta Xakurkê Murat Kalko naskirî bi Egîd Garzan jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniya HPGê de hatiye gotin, ku fermandarê wan di dema hevdîtina li gel rayedarên hikûmeta Iraqê de bûye armanca êrîşa Tirkiyê.

Komîteya Têkiliyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî wê êrişa Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û ragihand, “Tirkiyê bi zanebûn hêza Iraqê kiriye armanc.” Herwiha KCKê êrîşên Tirkiyê weke “ragihandina şer li dijî gelê Kurd û destkeftiyên li her parçeyên Kurdistanê” bi nav kir.

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê li hemberî nerazîbûna xwe nîşan da û ragihand ku divê gerîlayên PKKê û Tirkiyê şerê xwe ji nav axa Herêma Kurdistanê bibin.

Serokomariya Iraqê êrişa Tirkiyê şermezar kiribû û ragihandibû ku armancgirtina herêma Sîdekanê weke binpêkirina serweriya xwe dibînin û ew êriş li dijî hiqûqa navnetewî ye.

Herwiha Iraqê Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê vexwend Wezareta Derve û yadaştnameyek radest kir ku tê de daxwaz tê kirin Tirkiye demildest êrişên xwe rawestîne û hêzên xwe vekişîne.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê, Lîwa Tehsîn Xefacî jî derbarê êrişa Tirkiyê de ragihand ew li gel Herêma Kurdistanê di peywendiyê de ne û komîteyek jî ji bo lêkolîna derbarê bûyerê de hatiye pêkanîn.

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraq tekez jî kir ku pêwîst e Tirkiye pirsgirêkên xwe bibe derveyî Iraqê.

Komîteya Pêwendiyên Derve li Parlementoya Iraqê jî bomberbarana Tirkiyê protesto kir û daxwaz li hikûmeta Iraqê kir, karvedanên wê yên tund li hember Tirkiyê hebin.

Herwiha Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî di bersiva pirseke peyamnêrê Rûdawê de derbarê êrişa Tirkiyê ragihand, Antonio Gutteres nîgeran e û daxwaza xweragirtinê li Iraq û Tirkiyê dike.

Piştî  êrişa Tirkiyê Iraqê hêzeke mezin şandibû navçeyên sînorî û Rêveberê bajarokê Sîdekanê ya ser bi qezaya Soranê ve li parêzgeha Hewlêrê, ji Rûdawê re ragihand ku “di heyama 2 rojên derbasbûyî de hêzeke zêde hatiye sînorê Sîdekanê ku Hêzên Pasewanên Sînor ên Iraqê ne û armanca wan pêkanîna 6 cihên serbazî ye li navçeyê.”

 

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 156 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:50:49