YEyê êrîşa Tirkiyê bo Rojavayê Kurdistanê şermezar kir

28 Welatên Yekêtîya Ewrûpayê (YE) bi daxuyaniyeke hevbeş operasyonên Tirkiyê bo ser Rojavaya Kurdistanê şermezar kirin.
09.10.2019, Çar - 21:58
YEyê êrîşa Tirkiyê bo Rojavayê Kurdistanê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Con Klod Yoniker bang li Tirkiyê kir ku dawî li operasyona serbazî bîne.

Herwiha Yoniker aşkere kir ku divê Tirkiye sînorên xwe biparêze lê nabe dest bi operasyonê şer bi dawî bibe û Enqere pêdaçûnê di gavên xwe da bike.

Di berdewamiya axaftina xwe jî da Yoniker daye zanîn ku heger Tirkiye wê operasyonê ranewestîne wê bo penaberan ti alîkariya maddî bo Tirkiyê neşînîn.

Li aliyê din Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg jî bang li Tirkiyê kir ku dawî li wê operasyonê bîn

Li aliyê din Wezîrên Derve yê Almanya û Belçîkayê  û Denîmarkayê jî bang li Tirkiyê kirin ku dawî li wê operasyonê bîne û ew wê operasyonê şermezar dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 164 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:41:50