Bêrûd- Xwepêşander dîsa daketin kolanan

Kanala nûçeyan a El Cezîreyê ragihand; xwepêşanderên Bêrûdê dîsa daketin kuçe û kolanan û di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derket.
09.08.2020, Paz - 23:42
Bêrûd- Xwepêşander dîsa daketin kolanan
Nuçe Belav bike

Li paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê xwepêşander car din daketin kuçe û kolanan û di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derket.

Kanala nûçeyan a El Cezîreyê ragihand; xwepêşanderên Bêrûdê dîsa daketin kuçe û kolanan û di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derket.

Li gor nûçeyê, xwepêşander û polîs li nêzîkî parlementoya Lubnanê hatin hemberî hev û polîsan ji bo belavkirina xwepêşanderan, gazên rondikrêj avêtin.

Kanala El Erebiye jî diyar kir; li Bêrûdê hêzên ewlehiyê ji bo ku xwepêşanderan belav bike, gulleyên plastîk bi kar tînin û xwepêşander jî bi kevir û alavên din bersiv didin.

Piştî ku roja sêşemê li bajarê Bêrûdê teqîneke bihêz qewimî, xwepêşandanên li wî bajarî car din dest pê kirin. Li gor daxuyaniya Xaça Sor, di xwepêşandanên Bêrûdê de heta niha polîsekî jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûne.

Tevî ku Serokwezîrê Lubnanê Hesen Diyab eşkere kir ku ew dê hilbijartinên pêşwext pêşniyarî Encûmena Wezîran bike, hêrsa xelkê Bêrûdê hêj daneketiye.

Roja sêşemê 4ê Tebaxa 2020an li paytexta Lubnanê bajarê Bêrûdê teqîneke bihêz qewimî û di encama wê teqînê de 160 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetirî 300 hezar kes jî bêmal man.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 140 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:08:31