Dijî terora Îraqê çu nav frokxaneya Mûsilê

Hêzên dijî terora Îraqê îro serê derbazî frokxaneya Mûsilê û serbazgeha Xezlanîyê bûn û şerekî dijwar li dijî Daişê destpêkirine.
23.02.2017, Per - 10:51
Dijî terora Îraqê çu nav frokxaneya Mûsilê
Nuçe Belav bike

Operasyona rojavayê Mûsilê berdewame, hêzên dije terora Îraqê, îro êrîşa ser frokxaneya Mûsilê destpê kir, ku dema du rojane li derdora wê ne, ji alîyê başurê rojava ve her îro, piştî şerên dijwar ketin nav serbazgeha Xezlanîyê da.

Lîwa Necim Ciborî fermandarê polîsên federal ragîhand; frokxane dê li demeka nêzîk bê kontrol kirin.

Operasyona rojavayê Mûsilê di roja xwe ya çarê daye, di çarçovê wê da, zêdetir ji 20 gund û nawçe hatine kontrol kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 758 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:50:01