Emerîka: Em bi alîkariya HSD derbasî Reqayê bûn

Berdevka Wezareta derve ya Emerîkayê ragehand ku, hêzên hevpeyman bêyî Hêzên Sûriya Demokratîk nedikarîbûn biçûna Reqayê.
10.03.2018, Cts - 09:47
Emerîka: Em bi alîkariya HSD derbasî Reqayê bûn
Nuçe Belav bike

Di kongireyeke rojnamevanî de berdevka wezareta derve ya Emerîkayê Heather Nauert ragehand ku, hêzên hevpeyman bêyî Hêzên Sûriya Demokratîk nedikarîbûn biçûna Reqayê.

Heather Nauert da zanîn ku, hêzên Hevpeyman di şerê li hember DIŞIê de nedikarîbû bêyî HSDê biçûya Reqayê. Nauert di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku "ji hêzên HSDê beşek ji eniya şer yê li hember DIŞIê vekişiyan çûn Efrînê, ev yeke bandor li ser şerê DIŞIê belav kir û vê yekê jî nîgeranî li cem Emerîkayê çêkiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 868 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:27:09