Îsraîlê li nav axa Sûriyê êrîşî çend cihan kir

Artêşa Îsraîlê ragihand, ku helîkopterên wan ên şer çend cihên artêşa Sûriyê li başûrê wî welatî bombebaran kirine.
04.08.2020, Sal - 10:35
Îsraîlê li nav axa Sûriyê êrîşî çend cihan kir
Nuçe Belav bike

Helîkopterên şer ên artêşa Îsraîlê di berteka hewla çend çekdaran bo derbasbûna ji axa Sûriyê bo nav Îsraîlê, çend armanc li nav axa Sûriyê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand, ku helîkopterên wan ên şer çend cihên artêşa Sûriyê li başûrê wî welatî bombebaran kirine.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee dibêje, ew cihên hatine armanckirin, navenda çavdêrîkirinê, sîstema mûşekî ya berevaniya esmanî, û navenda kontrolkirina leşkerî ya artêşa Sûriyê bûne.

Ajansa fermî ya dewleta Sûriyê (SANA) jî ragihandiye, sîstema berevaniya esmanî ya artêşa wî welatî bersiva êrîşeke mûşekî ya Îsraîlê li başûrê Şam a paytext daye.

Li gor heman çavkaniyê, di wê êrîşa mûşekî de devera Kiswe ya ser bi Şamê ve û herwiha sînorê parêzgeha Quneytereyê bûne armanc.

Roja Duşemê Îsraîlê ragihand ku çar çekdaran hewl dane li ser sînorê herêma Golanê ji aliyê Sûriyê ve derbasî nav axa wan bibin, lê her çar çekdar di êrîşeke Îsraîlê de hatine kuştin.

Artêşa Îsrîalê di daxuyaniyekê de daye xuyakirin, ku wan çekdaran hewl didan li ser sînor û li ber dîwarê sînorî yê navbera Sûriye û Îsraîlê, bombe û teqemeniyan danin.

Berdevkê artêşa Îsraîlê jî ragihandiye, hêj zû ye ku ew grûpek an aliyekê wek berpirsyarê bûyera li ser sînorê xwe bizanin, lê ew niha rejîma Sûriyê wek aliyê berpirsyar dibînin.

Ew bûyer di demekê de ne, ku aloziyên li ser sînorên Îsraîl û Lubnanê jî di wan demên dawî de zêde bûne.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 146 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:10:49