Ji Iraqê bo Amerîka bersiva Heşdî Şabî

Wezareta Derve ya Iraqê bersiva daxuyaniya Berdevka Wezxareta Derve ya Amerîkayê ya derbarê Heşda Şeibî de da.
28.10.2017, Cts - 09:41
Ji Iraqê bo Amerîka bersiva Heşdî Şabî
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Iraqê di beyannameyekê de, bersiva daxuyaniya Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heather Nauert da, ku gotibû, serkirdeyê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis terorîst e.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Mehcûb helwesta Amerîkayê ya derbarê Heşda Şeibî de red kir û got, Heşda Şeibî beşek e ji hêzên Iraqê.

Ehmed Mehcûb ragihand: “Em vê daxuyaniya derbarê bi terorîst nasandina Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis de red dikin û hevdem em daxwaz dikin, ku Wezareta Derve ya Amerîkayê pêdeçûnê bi vê daxuyaniyê bike.”

Mehcûb amaje bi piştgiriya Amerîkayê ji bo hêzên Iraqê di şerê li dijî DAIŞê de kir û da xuyakirin, çekdarên Heşda Şeibî beşek in ji hêzên wî welatî.

Di sala 2009ê de Wezareta Xezînedariya (Darayiya) Amerîkayê navê Ebû Mehîd Muhendis ji ber sedema endambûna wî di nava refên Hizbullaha Lubnanê de xist di nava lîsta terorê de û ew kes weke kesekî Şîe yê ser bi hikûmeta Îranê bi nav kir. Amerîkayê herwiha Ebû Mehdî Muhendis bi kuştin û revandina serbazên Amerîka û Iraqê jî tohmetbar kiriye.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 716 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:40:23