Ji Kanadayê banga Efrînê: Em ji nêz ve dişopînin

Endamên Komeleya Kurd a Torontoyê û Federasyona Kurd a Demokratîk a Kanadayê bi Serokê Partiya Mihefezekar Andrew Scheer re ji bo mijara Efrînê hevdîtinek pêk anîn.
17.03.2018, Cts - 12:14
Ji Kanadayê banga Efrînê: Em ji nêz ve dişopînin
Nuçe Belav bike

Di hevdîtina ku li Torontoyê pêk hat de ji bo êrişa Efrînê jî daxuyaniyek hat dayîn. Endamên federasyonê ji bo kuştiyên sivîl alîkarî ji Partiya Mihefezekar xwestin. Hevserokê Federasyona Kurd a Demokratîk a Kanadayê Gurkan Ormangoren ragihand ku bêdengmayîna li hember kiryarên Efrînê şirîkbûna sûc e.

Gurkan Ormangoren di berdeewamiya axaftina xwe de got: "Tirkiyeyê êrişên xwe yên ser Efrînê zêdekirin û di encama van êrişan de bi sedan sivîl jiyana xwe ji dest da. Tirkiye bi çekên giran êriş dike û di nava hedefan de nexweşxane jî heye. Ev tiştê ku dibe li dijî mafê mirov e navneteweyî ye û divê endamên Partiya Mihefezekar li Parlamentoya Kanadayê vê bînin rojevê û ji bo rawestandina êrişê bangê li Tirkiyeyê bike."

Serokê Partiya Mihefezekar Andrew Scheer jî di axaftina xwe de got: "Bûyerên ku li Efrînê diqewimin ji nêzîk ve dişopînin û xebatên me yên derbarê mijarê de didomin. Berê jî me daxuyanî da û em ji ber kuştinên sivîl bi endîşe ne."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 663 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:14:00