Ji Nuceyfî hişyariya şerê Amerîka û Îranê

Cîgirê Serokomarê Iraqê Osama Nuceyfî radigihîne, navçe dibe cihê rûbirûbûna di navbera Amerîka û Îranê de û hişyariyê dide ku di rewşa zêdebûna aloziyan de Iraqê nebe meydana rûbirûbûna wan her du hêzan.
11.11.2017, Cts - 12:00
Ji Nuceyfî hişyariya şerê Amerîka û Îranê
Nuçe Belav bike

Osama Nuceyfî ku bi serdanekê li Washingtonê ye, di hevdîtinekê de ligel kenala “Al-Jazeera” de ragihand, ji ber zêdebûna aloziyê di navbera Amerîka û Îranê de, navçe berve şerekî diçe. Daxwaz kir jî ku Iraq nebe meydana şerê aliyên derve.

Nuceyfî got, hêzeke Amerîkî li Iraqê heye û hejmareke mezin ji mîlîşyayên Heşda Şeibî yên ku nêzîkî Îranê hene, heger ew hêz ji bo milmilaneyê bikar bên, karesatek dê rû bide û gelê Iraqê dê bibe êzingê wî agirî.

Cîgirê Serokomarê Iraqê amaje bi wê kir, ew hewl didin Amerîka û hikûmeta Iraqê qayil bikin, ku roleke wan hebe ji bo ew rûbirûbûn di Iraqê de rû nede.  

 

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 788 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:33:02