Li Beyrûtê teqîn: Bi dehan mirî û bi hezaran birîndar

Li herêma peravên Beyrûtê du teqînên bihêz pêk hatin. Hate ratihandin ku di encama teqînê de bi dehan kes birîndar bûne.
04.08.2020, Sal - 23:38
Li Beyrûtê teqîn: Bi dehan mirî û bi hezaran birîndar
Nuçe Belav bike

Li paytexta Lubnanê bajarê Beyrutê du teqinên mezin çêbû û li gor agahiyên destpê di encama teqînan de bi dehan kesan canê xwe ji dest dane û zêdeyî 3 hezar kesan birîndar bûn.

Li herêma peravên Beyrûtê du teqînên bihêz pêk hatin. Hate ratihandin ku di encama teqînê de bi dehan kes birîndar bûne.

Li herêma peravên Beyrûtê du teqînên bihêz pêk hatin û dengê teqînê li tevahî paytextê hate bihîstin.

Li gor AFP teqîn li nêzîkî mala serokwezîrê berê yê Lubnanê Said Herîrî çêbûye. Li gor agahiyên destpê di teqîna ku nêzîkî mala Said Herîrî de ziyan gihişt xaniyê wî û gelek avahiyên derdorê.

Hat destnîşankirin ku rewşa tendirustî ya Herîrê baş e.

Di tqînê de avahiya hikûmetê jî ziyan dît.

Medyaya nêzîkî hizbulaha Lubnanê dibêje di encama teqînan de bi dehan kes bûne qurbanî û ziyaneke mezin madî jî bûye.

Wezîrê Tendirustî yê Lubnanê Hemed Hesen jî diyar kir ku teqînek di depoyeke lîstokên agir de bûye û heta niha 50 kesan canê xwe ji dest dane û 3 hezar kes jî birîndar bûne.

Li cihê teqînan dûkelek mezin li asmanan bilind bûye.

Herêma peravê ya lê teqîn çêbûye 5 rojên dawî ji ber vîrusa koronayê, girtin, îro hate vekirin. Hêzên Ewlekariyê û artêşa Lubnanê ketine tevgerê, kesên li derdora cihê teqînê dûr xistin.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 136 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:48:12