Tirkîyê beranberê Iraq û Sûriyê çeka av bikartîne

Çemê Firat, bajarên Erzîncan, Dêrsim, Meletî, Amed, Êlih, Dîlok û Riha yên Bakurê Kurdistanê re derbas dibe.
27.07.2020, Pts - 23:33
Tirkîyê beranberê Iraq û Sûriyê  çeka av bikartîne
Nuçe Belav bike

Çemê Firat yek ji mezintirîn çeman e li başûrê rojavayê Asya. Ew ji Çemê Murad li navçeya Diyadîn ya parêzgeha Agirî û Çemê Karasu li navçeya Çiyayê Dumlu li Erzeromê li Bakurê Kurdistanê pêk tê.

Ligel kêmkirina ava Firatê, metirsiyê hişkbûnê derdikeve holê, bi taybet ew çem di navçeyeke mezin û berfireh  di nava Sûriyê re derbas dibe.

Dirêjahiya çemê Firaê 2.800 kîlometre ye, li nava Bakurê Kurdistanê Firat 1263 kîlometre ye dirêj dike.

Ew çem xwedan hawizekî komkirina 720.000 km duca ye. Li Bakurê Kurdistanê salane 30 milyar metre sêca avê kom dike. Ji meha Tîrmehê heta dawiya meha Îlonê asta avê gelekî kêm dibe. Ji meha Adarê heta Hezîranê leza ava çemê Firat kêmtir dibe.

Çemê Firat, bajarên Erzîncan, Dêrsim, Meletî, Amed, Êlih, Dîlok û Riha yên Bakurê Kurdistanê re derbas dibe.

Ji Riha derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, di navbera Cerablus û Kobanî re derbas dibe û ji wê derê berê xwe dide Iraqê û li nav axa Iraqê ligel Çemê Dîcle dibe yek û li başûrê vî welatî "Şetûlereb" pêk tînin û xwe beriddin kendava Besrayê.

Li Bakurê Kurdistanê pênc bendav li ser Çemê Firat hene û ew jî ev in: Bendava Kebanê li Xarpêtê,  Bendava Karakaya di navbera Meletî û Xarpêtê de, Bendava Ataturk di navbera Êlih û Rihayê de, Bendava Birecik li Rihayê û Bendava Karkamiş a li Rihayê tenê 4.5 km dûrî rojavayê Kurdistanê ye.

Ew bendav projeya GAPê pêk tînin. Ev proje bandore li kêmkirina avê dike.

Avakirina wan bendavan hem li Rojavayê Kurdistanê, hem li Sûriyê û hem jî li Iraqê jî pirsgirêka kêmaviyê çêdikin.

Li ser Çemê Firat gelek rêkeftinên cuda di navbera Sûriye û Tirkiyê de hatine îmzekirin.

 Sala 1921ê li ser ava Çemê Firat rêkeftina Tirkî-Fransî di navbera Sûriye û Tirkiyê de çêbû. Sala 1923ê Rêkeftina Aştiyê ya Lozanê di derbarê ava Firatê de hat îmzekikirin. Sala 1987ê rêkeftin ligel Tirkiyê çêbû, li gor wê rêkeftinê, pêwîst bû 500 metre sêca di her saniyekê de ava derbasî Sûriyê biba. Sala 1989ê ji ber projeya GAPê pirsgirêka siyasî di navbera Tirkiye û Sûriyê de derket.

Tirkiyê di sala 1998ê de tehdîd kir û got ewê hemû rêkeftinên avê ligel Sûriyê xerab bike. Sûriye neçar bû roja 20ê Cotmeha 1998ê Rêkeftina Edenê îmze bike.

Yekem bendava li ser Çemê Firatê li aliyê Sûriyê "Bendava Tebqe" ye.

3 bendavên Sûriyê li ser Çemê Firat hene ew jî ev in:  Bendava Tebqe, Bendava Elbeis û Bendava Tişrîn.

Tirkiyê bi rêya wan 5 bendavên li ser Çemê Firat, ji sedî 60ê elektrîka peyda dike. Herwiha ji sedî 31.1ê avê ji xwe re kom dike. Sûriye salane 11.3 – 21.43 milyar metre sêca daxwaza ava Çemê Firat dike.

Lê Tirkiyê kengî pêwîst bibîne, kengî bixwaze her demê girtina ava Çemê Firat, weke sîlehekê û karta tehdîdê li dijî Sûriyê û Iraqê bi kar tîne.

Bendava Firatê 800 mêgawatan elektirîkê berhem tîne. Niha ji sedî 75ê berehemanîna elektirîkê kêm bûye.

Birêvebirê Wêstgeha Ava Reqayê Casim Xelef ragihand, ku girtina ava Firatê ji aliyê Tirkiyê ve, bûye sedema pîsbûn û kêmbûna ava vexwarinê.

Niha Tirkiyê tenê derdora 200 metre sêca di saniyekê de ava Firatê berdide. Li gor rêkeftina navbera Sûriyê û Tirkiyê, divê Tirkiyê di her saniyekê de 500 metre sêca avê berde, lê nake.

Ligel kêmkirina ava Firatê, metirsiyê hişkbûnê derdikeve holê, bi taybet ew çem di navçeyeke mezin û berfireh  di nava Sûriyê re derbas dibe.

.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 164 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:36:26