Wezîrê Îstixbarata Seddem: Ger Bexda bo berjewendiyên xwe Pitgirî bide YNK û Goranê

Serokê serdema Seddem ya Rêxistina Îstixbarata Iraqê got, jibo garantî kirina berjewendiyên Iraqê ger milekî YNK'ê û Tevgera Goran were piştgirî kirin.
25.10.2017, Çar - 12:15
Wezîrê Îstixbarata Seddem: Ger Bexda bo berjewendiyên xwe Pitgirî bide YNK û Goranê
Nuçe Belav bike

Rêveberê giştî yê saziya îstixbarata Iraqê ya dema Beis û Seddam daxwaz dike, bi armanca garantî kirina berjewendiyên Iraqê, divê alîkariya baskeke YNKê û Tevgera Gorran bê kirin.

Îro 25.10.2017ê rêveberê giştî yê saziya îstixbarata Iraqê yê dema Seddam Wefîq Samerayî di tora xwe civakî facebookê de belav kir û ragehand: ‘’Di vê rewşê de pêwîste hevtêgeheştin li gel ciwanên Silêmanî yên tîma Pavel Talabanî, Aras û Lahur Cengî û Gorran û ewên din bê kirin. Ev dê bibe garantî kirina berjewendiyên Iraqê.’’

Herwaha daxwaz kiriye berpirsên payebilind ên fermanber û bi bandor bên gohertin bo nikaribin ti bandoreke wan li ser çarenivîsa gel hebe.

Wefîq Samereyî got, paşxistina êrîşên Iraqê li ser herêma Kurdistanê dê di berjewendiya Hewlêr de be û Kurdistan hewl dide bi rêya bi tevger xistina wijdana civaka navnetewî û hatina fesla serma û zivistanê ve ku tevgera hêzên Iraqê sist dike, ji vê sûd werbigre.

Wefîq Samerayî di demekî de Şêwirmendiya Seketerê Giştî ya YNK'ê Celal Talabanî jî girtibû ser xwe. Niha jî rojnameya El Şerq el- Ewset'ê de nivîskarî dike û her wiha piştgiriya Goran, Komel û milekî YNK'ê ku dixwazin Kerkûk û Herêmên ne girêdayî Îdareya Kurdistanê de û cihên nîqaşî radestî Heşdî Şabî were kirin dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 704 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:11:05