Google li ser daxwaza Tirkiyê nexşeya Kurdistanê rakir

Kompaniya Google li ser daxwaza hikûmeta Tirkiyê nexşeya çar parçeyên Kurdistanê ji ser nexşeya xwe rakir.
27.12.2018, Per - 08:38
Google li ser daxwaza Tirkiyê nexşeya Kurdistanê rakir
Nuçe Belav bike

Rakirina nexşeya Kurdistanê ji beşa Îngilîzî ya nexşeya Googleê piştî wê yekê hat, ku berî niha Wezîrê Gihandinê yê Tirkiyê Cahit Turhan li parlementoya welatê xwe ragihandibû ku ji bo rakirina nexşeyê serlêdana Google kirine û di vê mijarê de di peywendiyê de ne.

Di dawiya meha Cotmeha îsal de Fraksiyona ÎYÎ Partî li parlementoya Tirkiyê mijara nexşeya Kurdistanê ya li beşa Îngilîzî ya nexşeya Googleê xiste rojeva parlementoyê û ji Wezîrê Gihandinê daxwaz kir ku li ser vê mijarê bersiv bide çend pirsan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 397 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:29:39