HDP'ê derbarê Demîrtaş'da biryara xwe da

Hat ragihandin ku ji ber piraniya endamên Civîna Bilind a Encûmenê û Encûmena Partiyê yên HDPê girtî ne, HDDPê dê meha Sibatê Kongreya xwe ya Asayî ya sêyem li dar xîne û dê Hevserokê xwe yê girtî Selahattin Demirtaş careke din bike namzet.
03.12.2017, Paz - 16:48
HDP'ê derbarê Demîrtaş'da biryara xwe da
Nuçe Belav bike

HDP di civîna Meclisa Partiyê xwe ya 30'ê Mijdarê de li dar xist û hat ragihandin ku rewşa hevserok Demirtaş nehatiye nîqaşkirin û tiştekî wiha nebûye mijara nîqaşên û ew nûçeyên ku hatine belavkirin ku li ser zimanê wî hatine belavkirin ku gotiye "hûn biryara xwe derbarê min de bidin" jî nebûne mijara nîqaşê.

Li gorî agahiyên ku medyayê Tirkiyeyê wji çavkaniyên HDP'ê girtine, Hevserokê HDP'ê Demirtaşî peyamek ji civîna Meclisa Partiyê re şandiye û xwestiye ku ji ber du dewran li ser hev hevserokatî kiriye, rêznameya partiyê di konreya ku dê were lidarxistin de neyê guhertin. Piştî nirxandina Meclisa Partiyê, hatiye diyarkirin ku ji ber di vê kongreyê de dê bi awayekî asayî were hilbijartin û di kongreya din de jî dê bi awayekî derasayî were hilbijartin, ji aliyê rêznameyê ve ti kêşe tine ku cara 3yêm bibe namzet.

 

Herwiha di civîna 30 Mijdarê de biryar hatibû dan ku ji bo hilbijartina endamên Meclisa Partiyê û Civîna Bilind a Encûmenê yên ku niha girtî ne, di şûna wan de hinekî nû werin hilbijartin daku birêveberiyeke xurttir were damezirandin.

Ji aliyê din ve, dicivînê de hat diyarkirin ku namzetiya hevserokatiya Demirtaşî nehatiye nîqaşkirin û hatiye teqezkirin ku bênîqaş dê wek namzetê hevserokatiya bimîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 768 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:26:28