Hulusî Akar: Divê ewlehiya devera aram di destê Tirkiyê de be

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar li gel Birîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Patrick Shanahan û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey û li gel çend senatoran civiya.
17.02.2019, Paz - 16:15
Hulusî Akar: Divê ewlehiya devera aram di destê Tirkiyê de be
Nuçe Belav bike

Hulusi Akar di çarçoveya Konferansa Asayişê ya Munichê de beşdarî rûniştina roja duyem bû. Destpêkê li gel Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtin kir û piştre li gel şandeke bilind a Amerîkayê civiya.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusi Akar bi cuda li gel Birîkarê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Patrick Shanahan û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey û li gel çend senatoran civiya.

Akar di civînan de ragihand ku yek ji astengên herî giring ên li hember peywendiyên herdu welatan, PKK û YPG ye.

Hulusi Akar got ku PKK û YPG nûnertiya Kurdan nake û diyar kir: “Kurd birayên me ne. Yekane armanca me terorîst in. Beşek ji aliyan, PKK weke Kurd bi nav dikin. Ev gelek şaş e. Terorîstên PKKê nûnertiya birayên me yên Kurd nakin. Nabe were jibîrkirin ku PKK heman YPG ye. Lewma derkirina rêxistina terorîst a YPG li herêmê ji aliyê ewlehiya sînor û gelê me ve gelek giring e. Nabe rêxistina terorê ya YPG li wê devera aram hebe ku bi dirêjahiya 440 kîlometre li rojhilatê Feratê ye. Divê ewlehiya  devera aram di destê Tirkiyê de be.”

Akar li ser kirîna sîstema berevaniyê S-400 got: “Ev ne bijardeyek e, pêwîstî ye. Parastina Tirkiyê ji metirsiyên mûşekî yên esmanî pêwîstî ye û li ser desteberkirina sîstemên esmanî yên weke patriot, gotûbêj li gel welatên hevpeymanan berdewam e.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 209 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:54:00