Tirkiyê ji bo Minbicê pêşniyarek daye Amerîkayê

Medyayê Tirkiyê belav kirine, ku di civîna duh şev a li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson de, serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan daxwaz kiriye, ku hêzên YPGê ji Minbicê vekişin û hêzeke hevbeş a Tirkî-Amerîkî li wê herêmê bicih bibe.
16.02.2018, Cum - 13:10
Tirkiyê ji bo Minbicê pêşniyarek daye Amerîkayê
Nuçe Belav bike

Li gorî wan agahiyan, Erdogan herwiha di civîna şeva bihorî ya li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê de, daxwaz ji Tillerson kiriye, ku YPGê ji nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bike derê, daku HSD bibe hêzeke serbixwe û ji bin hejmoniya YPGê derbikeve.

Medyayên Tirkiyê herwiha ragihandine, ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê li hember wê daxwazê ji Erdogan re gotiye, ku Waşington dê wê pêşniyara Tirkiyê binirxîne.

Rex Tillerson di çarçoveya serdana xwe ya bo Tirkiyê de îro bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re jî hevdîtin pêk anî.

Tillerson duh êvarî piştî serdaneke kurt a bo Lunanê gihîşt Tirkiyê û di saet bi Erdogan re civiya. Civîna navbera Tillerson û Erdogan 3 saet û 15 xûlekan dom kiribû. 

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 677 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:25:41